Erebîstana Saudî ragihand ku bi Kanada re peywendîyên dîplomatîk û hemî peymanên bazirganîyê yên nû rawestandine.
Wezareta Derve ya Erebîstana Saudî ji Twitterê da zanîn ku Balyozê Kanada ji welêt derxistiye û Balyozê Erebîstana Saudî yê li Kanada bi şûnde vekişandiye.
Rêvebirîya Rîyadê, piştî ku Kanada dîyar kir ku jiber desteserkirina hin aktîvîstên mafên mirovan ‘’ketine fikarên kûr’’ ew biryar da.
Di nav kesên hatine desteser kirin de Samar Badawi, ku hemwelatîya Erebîstana Saudî û Amerîka ye, heye.
Badawî bang li rêvebirên Erebîstana Saudî dikir ku ‘’desthilata mêrane’’ bi dawî bikin.
Wezareta Derve ya Erebîstana Saudî dîyar kir ku ew bi ti awayî maytekirina li karên navxweyî napejirînin.
Wezareta Derve ya Kanada hefteya borî dabû zanîn ku divê aktîvîstên mafên mirovan yên hatine desteser kirin demûdest werin berdan.
Hikûmeta Kanada ser tedbîrên dîplomatîk yên Erebîstana Saudî hîn ti daxuyanî belav nekiriye.