Berpirsên Erebistana Saudî Ji Bo Gotûbêjên Vekirina Nûnertiyan Gihîştin Îranê

Wezareta Derve ya Erebistana Saudî îro Şemiyê got ku karbidestên Erebistana Saudî giheştin Îranê ji bo gotûbêjkirina pîvanên vekirina balyozxaneya Riyadê li Tehranê û konsulxaneya wê li Meşhedê piştî ku Çînê navbeynkariya rêkeftinekê bo vegerandina peywendiyên di navbera her du hêzên herêmî de kir.

Piştî salên dujminatiyê ku pevçûn li seranserê Rojhilata Navîn gur kirin, Îran û Erebistana Saudî li hev kir ku dawî li nakokiya xwe ya dîplomatîk bînin û nûnertiyên xwe yên dîplomatîk di Adarê de ji nû ve vekin.

Serokê Çînê Xi Jinping alîkarî da ku herdu welat peymana surprîz îmze bikin û Amrîka li kêlekekê hiştin.

Erebistana Saudî di sala 2016an de, piştî ku balyozxaneya wê ya li Tehranê di dema nakokiya di navbera her du welatan de li ser sêdarekirina melayekî Şîa ji aliyê Riyadê ve hatibû girtin, peywendiyên xwe bi Îranê re qut kiribûn.

Çavkanî: Reuters