Erebistana Saudî Xwe ji Heca Îsal re Amade Dike

Erebistana Saudî xwe ji mêvandariya hecaçiyan re amade dike ku wê sibe Yekşemê destpê bike. Îsal bêhtirî milyonek û şesed hezar hecaçî ji seranserî cîhanê gihîştine wir.

Hec yek ji pênc erkên misilmanan e ku pêwîst her yek, eger karibe, di jiyana xwe de carekê serdana Meka bike.

Hec derfetekê dide hecaçiyan ku hest bikin ew nêzîkî Xweda ne, di demekê de ku cîhana misilman rastî gelek dijwariya tê, di nav de jî gefa tundrewan li rojhilata navîn û kêşeya pêkhateya Rohînga li welatê Myanmarê.

Misilman bawerin ku Hec şopandina pêyên pêxember Mihemed e, û her yên her yek ji pêxemberan Ibrahîm û Îsmaîl e.

Piştî nimêjkirina li Meka, wê hecaçî roja Duşemê berê xwe bidin çiyayê Erefatê, cihê ku pêxember Mihemed xitba xwe ya dawî dabû û piştre wê biçin cihekî bi navê Muzdalîfa.