Erebistana Siûdî Nûşewitandina Quranê li Swêdê Şermezar Dike

Erebistana Siûdî bi tundî rûdana jinûveşewitandina Quranê li Swêdê şermezar kir. Di daxuyaniyekê de, wezareta derve ya Erebistanê Siûdî got ku ew bi tundî şewitandina Qurana pîroz ji aliyê kesekî tundrew ve li bajarê Malmo bi agahdariya karbidestên xwecihî, şermezar dike.

Nerazîbûna Erebistana Siûdî li ser karê welatiyê Îraqî Selwan Momîka bû, ku doh Şemiyê agir berda daneyeka Quranê li Malmo. Ev çend car in ew wî karî li meydanên giştî yên Swêdê encam dide.

Daxuyaniya Erebistana Siûdî dibêje, ew van renge kiryarên bi navê azadiya derbirînê bi mebesta azirandina hestên Misilmanan red dikin û daxwaz kir di zîtirîn dem de van cûre kiryaran rawestîne.

Di heman demê de, wezareta derve ya Urdinê jî şewitandina Quranê doh li Malmo şermezar kir.

Çavkanî: Al-Hurra