Hecaçiyan îro Yekşemê di merasîmên salane yên Hecê de li Erebistana Saudî kevir avêtin cihê sîmbolîk ê "Şeytên".
Bêhtirî 2 milyon misilman li wir kom bûne ji bo ferîzeya Îslamê ya Hecê ku 5 rojan dirêj dike.
Hecaçiyan şeva xwe ya borî li kampa li dor çiyayê Erefatê derbas kir, cihê ku Îslam dibêje Xwedê baweriya pêxember Îbrahîm taqî kir dema ku jê xwest kurê xwe Îsmaîl bike qurbanî. Ew her wiha cihê ku lê pexember Muhemed xutbeya xwe ya dawiyê dabû.
Heca Misilmanên seranserî cîhanê bi cejna qurbanê bidawî tê.
Riyad bi deh hezaran nobedar bi kar tîne da ku alîkariya hecaçiyan bikin di gera li dor Ke`bê de, ji bo rêgirtina li rûdanên ku di salên borî de bûbûn û di encamê de hecaçî dihatin kuştin, wek sala 2015an ku 2,300 kesan jiyana xwe ji dest da.