Erebistana Saudî Bendên Tund Li Pêş Heca Îsal Datîne

Erebistana Saudî bo sala duyem pîvanên tund li pêş welatî û rûniştvanên ku dixwazin biçin Hecê danîn, bi sedema pandemîya koronayê, li gor ajansa rojnamevanî ya SPA ku îro Şemîyê ragihand.

Tenê kesên ku temenê wan di navbera 18 û 65 salan de ne, hatine vaksînkirin û wan ti nexweşiyên demdirêj nînin dê karibin tevlî merasîmên Hecê bibin, li gor daxuyanîyeke wezareta ku karûbarê Hecê bi rê ve dibe.

Heca îsal dê her wiha bendkirî be bi hejmara 60,000 beşdar.

Di konferanseke rojnamevanî de ku SPA belav kir, wezîrê saxlemîyê Tawfîq al-Rabiah got:

“Ev biryar ji bo silametîya Hecê ye, di demekê de ku guman li dor vîrusa koronayê hene... Herçendî vaksîn hene lê gumanek heye li dor vîrusê û hinek welat hîn hejmarên bilind ên keysên koronayê tomar dikine.”

Wezîr got wê tenê vaksînên Pfizer, Astrazeneca, Moderna û Johnson & Johnson werin pejirandin ji bo Hecê.