Rêxistineke Saudî Wargeheke Niştecîkirinê li Efrînê Ava Dike

Qamyonên alîkarî yên Saûdî piştî erdhêjê alî karî dibin Sûrîyê (Arşîv)

Rêxistineke Saûdî ragihand ku ewê wargeheke niştecîkirinê li nahîya Cîndirêsê ya Efrînê ava bike.

Li gor ku rêxistin dibêje ev wargeh jibo alîkarîya zerardîtîyên erdheja wêranker e ku di Şibata 2023an de çêbûbû.

Rêxistina bi navê Navenda Şah Selman ya Hawarçûn û Karên Mirovahî roja Înê dîyar kiribû ku ewê ligel hevkarên xwecîhî 300 xanî li şûna sê kampan li Cîndirêsê ava bike û xizmetkarîyan jî tê de amade bike.

Çavkanîyekî ji nahîya Cîndirêsa Efrînê nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re da zanîn ku "Her sê kampên bi navê (El-Bereke, Aya û Mislim) ku wargeh dê li şûna wan were ava kirin li derdora bajarokê Cîndirêsê dikevin, jixwe ev kamp berê li ser erdên şênîyên Efrînê hatibûn danîn".

Wî çavkanî herwiha îdîa kir ku "Malbatên çekdaran dema erdhej çêbû fersend dîtibûn û dest danîbûn ser pir zevîyên şênîyîn Kurd, erd dûz kiribûn û konên xwe li ser vedabûn".

Her di vê derbarê de û tevî ku rêxistina Saûdî îdîa kiriye ku xanîyên di wargehê de tên avakirin demkî ne, lê hin çalakvanên Kurd hişyarîyê ji pêvajoya guhertina demografîk li herêma Efrînê didin ku di bin navê alîkarîya zerardîtîyên ji erdhejê de wargeh jibo bicîkirina kesên ji derveyî Efrînê tên ava kirin.

Çalakvan û Rêvebirê Rêxistina Badêr ya Pêşvebirina Civakî Fadil Mihemed dibêje ku avakirina wargehên niştecîkirinê jibo malbatên komên çekdar ku Ereb û Tirkmen in gef e li ser nasnameya herêmê ya Kurdî.

"Jibo bicîkirina ew kesên xerîb bi dehan gund bi navên Erebî li Efrînê ji sala 2018an de hatine avakirin, li kêleka wê navên gundên Kurdî jî tên guhertin, weke mînak navê herêmê bi giştî guhertin û kirin (şiqna zeytûnê), metirsîya vê yekê jî mezin e eger Tirkîyê di siberojê de rapirsînê çêke û herêmê tev nexşeya xwe bike weke li Îskenderunê çêbû", Mihemed got.

Li gor Rêxisitina Mafên Mirovan ya Efrînê ji dema dagirikrina Tirkîyê ji Efrînê re sala 2018'an, pirtir ji 40 wargehên niştecîkirinê li Efrînê hatine ava kirin ku piştî erdhejê ev pêvajo berfireh û leztir bûye.

Daxuaynîyeke nivîskî ya rêxistinê dîyar kir ku "Avakirina Erebistana Saûdî ji yekîneyên niştecîkirinê re li Efrînê di bin navên mirovahî de jibo bicîkirina Ereb û Tirkmenên ji deverên Sûrîyê yên din, ev kar beşdarbûn di guhertina demografîk ya sîstematîk de ye li Efrînê ku berê jî rêxistinên ji Tirkîye, Qeter û Kuweytê fînansa wan dikin".

Hêjayî gotinê ye ku me hewilda helwesta rêxsitina Saûdî (Navenda Şah Selman ya Hawarçûn û Karên Mirovahî) derbarê van îdîayan de bigirin, lê ta amadekirina vê raportê wan bersiva pirsên Dengê Amerîka nedaye.

Herwiha, karbidestên Enqerê pir caran di daxuyanîyên xwe gotibûn ku avakirina wargehan li deverên bakurê Sûrîyê ku di bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdar de ne, alîkarîya vegera penaberên Sûrî yên li Tirkîyê dike.

Cîhê bîrxistinê ye ku raporteke hiqûqî ya hevbeş ku çend rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî piştî erdheja Şibatê belav kiribûn, hişyarî dabû ku "Tirkîye û komên çekdar alîkarîyên piştî erdhejê bi armanca pêkanîna guhertina demografîk bikar tînin û di bin bihaneya hewandina zerardîtîyên erdhejê de, wargehên nû ava dikin".

Your browser doesn’t support HTML5

NR_09_24_2024_Wargeha_Saudi_Efrin