Hêzên ewlekarî yên Îranê îro Çarşemê bajarê Saqiz yê li eyaleta Kurdistanê bi guleyan êrîşê ser bi hezaran kesan kirin, ku bo bîranîna roja 40’an ya kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî , ser gora wê kom dibûn.
Vîdyoyên ser medya civakî nîşan didin ku bi hezaran xwepêşander îro daketine kolanên bajarê Saqiz yê li eyaleta Kurdistanê da ku Jîna Emînî bi bîr bînin û şermezar bikin.
Li gor ragihandina şahidan, polîsên Îranê gule berdan ser kesên li goristana Ayçî (Aichi) ya xwecihî û herwiha bi dehan kes jî hatin desteserkirin.
Vîdyoyên li ser medyaya civakî nîşan didin ku bi hezaran kes ber bi goristana ku Emînî veşartîye dimeşin, tevî hebûna girse ya polîsên Îranê.
Vîdyoyên din jî nîşan didin ku jiber girseya meşê gelek rêk hatine girtin û ew di nav zevîyeke toz de ber bi gora Jîna Emînî ve diçe.
Heman vîdyo nîşan didin ku di meşê de jinan hîcabên xwe diavêjin, digirîn û bi qêrînan hem hêrs û hem jî xemgînîya xwe dîyar dikin.
Hin şahidên din jî ragihandin ku li goristanê hejmareke pir bilind ya endamên milîsên Besîc û polîsên tundîtûjiyê hatibû bi cîh kirin.
Bi hezaran Kurd li ser gora Emînî bi qêrînên “Bimre dîktator!” hersa xwe anîn ziman û herwiha bi qêrînên “Jin, Jiyan, Azadî!” jî dîyar kirin ku wê raperîna xwe bidomînin.
“ Lê, gel ji çar alîyê eyaleta Kurdistanê li vir in. Em hemû bi hev re şîna Jîna’ê digirin," şahîdekî got.
Komên mafan jî ragihandin ku ji tirsa ku bîranîna roja 40’an ya kuştina Emînî bibe sedema protestoyên girse, polîsê ewlekarî hişyarî daye malbata wê merasîmaê li dar nexe yan jî wê "kurê wan bê girtin."
Lê, walîyê eyaleta Kurdistanê Îsmaîl Zareyî Kooşa sînordarîyeke dewletê ya bo darxistina merasîma bîranînê red kir û got ku "biryara malbata wê bû ku kombûn pêk neyê".
Vîdyoyên ser medyaya civakî nîşan didin ku hêzên ewlehîyê rêyên ku diçin Saqiz girtine da ku rê nedin xelkên bajarên din li ser goristanê kom bibin.
Walî Kooşa ragihand ku rewşa li bajêrê û li tevahîya eyaletû bi temamî aram e.
Medya dewleta Îranê got ku di navebra kesên li goristanê û polîsan de pevçûn derketiye, lê pirtir agahî neda.
Hejayê gotinê ye ku bizavkaran bo bo şermezarkirina roja 40’an ya Jîna Emînî banga xwepêşandanên li serenserê Îranê kiribûn.
Medya dewletê ragihand ku dibistan û zanîngehên li herêma bakur-rojavayê Îranê wê werin girtin, bi îdiaya ku belavbûna zexmê asteng bike.
Li navenda paytext Tehranê, beşên serekî yên bazara mezin ya kevneşopî bo piştgirîkirina xwepêşendaran hatin girtîbûn.
Girse bi çepikan û qêrînên "Azadî! Azadî! Azadî!" û "mirin ji dîktator re.” ji ser rêya bazarê dimeşîn, tenekeyên çopê dişewitandin;dema ku polîsên bi motorsîkletan bi ser wan de hatin.
Polîsan xwepêşanderên li kolanan gulen barandin û bi gule avêtin ser rojnamevanên ku ji pacên avahîyan dîmen kişandin.
Ji Zanîngeha Tehranê jî dengên xwepêşandanên dijî hikûmetê li nava bajêr belav dibû.
Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.
Keça Kurd Jîna Emînî ku bi tawana binpêkirina qanûnên cilûbergên tund yên Komara Îslamî bo jinan hatibû desteserkirin, hê jî sembola bihêz ya
Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 250 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.