Tirkîye mêvandarîya kombûneka endamên opozisyona Sûrî kir li Stenbolê.
Tirkîye, ku pewendiyeka nêzîk ya sîyasî û aborî bi hikûmeta Sûrî re heye, di jêr fişarê de ye ku li hember tepeserkirina xwepêşanderan ji layê hikûmeta Sûrî ve helwêstê werbigre.
Di nav hevpeyvînekê de ku hevkar Kawe Kirmanc bi rojnamevan Mihemed Sanrî re pêk anîye, rêzdar Sanrî dibêje, helwêsta hikûmet û komelgeha Tirkîyê li hember rewşa Sûrî û kuştina xelkê sivîl di astê pêdivî de nîne.
Wê hevpyvînê bi dirêjî di nav fayla dengî de guhdarî bikin.