Şandeya Îmrali piştî ku ligel Rêberê PKK Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî, nêzîkî 15 roj in ku bi partîyên sîyasî û kesîtîyên taybet re civînan dike û peyama Ocalan digihîne wan.
Endamê Şanda Îmrali Sirri Sureya Onder, piştî van hevdîtina ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MHA) re ragihand ku li pêşîya hikûmetê niha du bijar hene, yan ewê bi Kurdan re aştîyê çêke û li Rojhilata Navîn bibe hêzeke mezin, yan jî ewê sîyaseta heyî bimeşîne û ligel Kurdan şer bike.
“Gelo hikûmet bi wateya ku em jê re dibêjin ‘aqilê dewletê’ aktîf bike, di nava çareserîyê de bi Kurdan re aştîyê pêk bîne? Bi vî awayî hewil bide ku li Rojhilata Navîn bibe aktorê sereke, yan wê bikeve nav rewşeke dijwar û bi Kurwên Sûrîyê re ‘di nav lepikê qedîfe de bi gumsika hesin’ şer bike. Ana di nav van du bijareyan de wê biryar were dayîn.”
Onder dîyar kir ku li pêşîya hikûmetê de hê biryareke zelal tuneye û pêvajo jî hê bi nedîyarîyan dimeşe. Loma jî piştî hewilên ku ew pêk tînin jî wê hin tişt zelal bibin.
Hewilên şanwê hê jî berdewam dikin, lê ew êdî ber bi dawîbûnê ve jî diçin û di demeke herî kin de jî wê ligel Ocalan hevdîtina duyê bikin.
Parlamenterê DEM Partî Heval Bozdag ev gotinênên Sirri Sureya Onder ji Dengê Amerîka re nirxandin:
“Niha dema em li daxuyanîyên heyetê yên Onder dinêrin, em dibînin ku nirxandineke watedar a hevdîtinan kirîye. Onder naveroka hevdîtinan bi zelalî tîne ziman. Di vir de xala balkêş ew e ku dibêje pêvajo ne zelal e, lê dîyar dike ku ev nedîyarbûn ji bo Kurdan ne nedîyarîyek e. Her wiha dîyar dike ku Kurd û kesên ku daxwaza demokrasî û aştîyê dike di vê mijarê de zelal in. Lê ew dibêje ku dewlet di xala biryardayînê de di nav nezelalîyê de ye. Ev rewşa ne zezalîyê di nav civakê de jî rewşeke fikar û heştîyarîyê çêdike.”
Şertê desthilatîyê yê herî girîng di vê pêvajoyê de ew e ku PKK dest ji çekan berde. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku di têkoşîna dijî terorê de firsendeke girîn heye û got ku divê ev pêvajo bi baldar were nîrxandin:
“Pencereyeke nû û girîn ji bo welatê me hat vekirin ku bi yekcarî belaya terorê bi dawî bibe. Em îflaskirina wê rast nabînin,” Erdogan got.
Parlamenterê Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) yê Berê Zîver Ozdemîr, hem gotinên Erdogan û hem jî serdana wî ya Amed û Ruhayê ji Dengê Amerîkayê re nirxand.
“Li pêşîya Tirkîyê pirsgirêkeke girîn heye, nêzî 40 sal in jî Tirkîyê meşxûl dike. Birêz Erdogan û Bahçelî dixwazin ku çareserîyekê çêkin. Serokomar Erdogan li Dîyarbekirê, li Urfayê jî dîyar kir ku li pêşîya wan firsendeke mezin heye û dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. DEM Partî jî niha hin hevdîtina pêk tîne û herî dawî jî li Ocalan wê hevdîtin çêkin. Ez dikarim bêjim ku ev hewildanên ku tên kirin gelek baş in û pêdivî bi çareserîya vê meselê heye.”
Di sala 2009’an li Oslo’yê di navbera PKK û Rêxistina Îstîxbarata Tirkîyê (MÎT) de hevdîtinek pêk hatibû. Pisporê sîyasî Tanju Tosun ji Dengê Amerîka re got ku ev pêvajoya niha li gor van hevdîtinan bêtir zelaltir e.
“Nayê zanîn ku Abdullah Ocalan wê ji bo danîna çekan daxuyanîyek zelal bide yan na? Nêrîneke giştî heye ku ewê di vê mijarê de daxuyanîyeke erênî bide, lê ev tenê têrê nake. Jiber ku ev pirsgirêk tenê bi gotinên Ocalan çereser nabe; di vê pêvajoyê de dînamîkên hindurîn û derveyî jî hene. Ji alîyekî ve helwesta pêkhateyên wek Qendîl û PYD-YPG’ê yên li Sûrîyê wê di vê mijarê de dîyarker be. Jiber vê jî pêvajo di nav gelek nedîyarîyan de jî diçe. Lê dikarim bêjim ku li gor serdema 2013-2015 pêşveçûneke zelaltir heye,” Tosun got.
Your browser doesn’t support HTML5