Sanchez Careke Din Dibe Serokwezîrê Îspanya

Parlamana Îspanî îro Pêncşemê bi dengdanekê serokê Partîya Karkerên Sosyalîst ya Îspanî (PSOE) Pedro Sanchez, bo gereke din ya çar salan wek serokwezîr hilbijart.

Sanchez, di parlamana 350 kursîyî de 179 dengên erê beramber beremberî 171 dengên na hat hilbijartin û tenê parlamanterên opozîsyonê yên rastgir dijî serokwezîrîya wî deng dan.

Hilbijartinên netewî yên Îspanya di 23’ê Tîrmehê de hatibû kirin û heta niha krîzeke sîyasî li Îspanya hebû. Partîya Gel ya rastgir ya navendî bûbû partîya yekê, lê nikarîbû ku hejmara pêdivî ya bo avakirina hikûmetê jbi dest bixista jiber ku hevbenda wê Partîya Vox ya rastgir ya tund di rêza sisêyan de mabû.

Partîya PSOE ya Sanchez jî bi 121 kursîyan di rêza duyê de cîh girtibû.

Dengdana îro piştî gotûbêjên du rojan ya ser peymanek efûyê di navbera 6 serokên partîyan hat û Sánchez di berdêla piştgirîya serokwezîrîya wî razî bûbû ku qanûneke lêxweşbûnê derxîne ku sîyasetvanên cudaxwaz yên Katalonî azad dike.

Piştî îmazakirina peymana efûyê bi du partîyên cudaxwaz yên Katalanî, Sánchez 14 dengên din peyda kirin ku serokwezirîya wî garantî dikir û bi piranîya dengan jinûve bû serokwezîr ku bi hevbendîya Sumar re hikûmeteke nû ya çepgir ava bike.

Li gor Qanûna Lêxweşbûnê ku roja Duşemê hate pêş parlamanê wê hemû tawanbarîyên dijî sîyasetvan û çalakvanên ku heya niha beşdarî hewla cudakirina Katalonya ji Îspanya bûne, werin betal kirin.

Dîsa, bi sedan cudaxwazên Katalan werin berdan ku piştî referanduma 2017an ya ser serxwebûna Katolanya hatibûn girtin ku serokê berê yê Katalonya Carles Puigdemont jî ji qanûna lêxweşbûnê sûdê bigire ku niha jiber gefa girtinê revîya ye ye û gelek Îspanî wî mîna dijminê giştî yê yekê tê dîtin.

Tevî lihevnekirên berdewam, her du partîyên Katalanî û du partîyên herema Baskê got ku wê piştgirîya Sanchez bikin lê divê ew xalên aborî û sîyasî yên lihevkirî pêk bîne.

Dadwerîya Îspanya pêşnîyara qanûna efûyê rexne kir û alîgirên Partîya Popular û Vox ji jibo protestokirina wê daketin kolanan.

Jêder: Reuters