Salvini: Juncker û Moscovici Dijminên Ewrupa Ne

Matteo Salvini

Cîgirê Serokwezîrê Îtalya Matteo Salvini îro Duşemê got ku serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker û komîsyonerê aborî Pierre Moscovici dijminên Ewrupa ne.

Salvini îdia kir ku Juncker û Moscovici tirs anîn Ewrupa û bûn sedema nezelalbûna afirandina karan.

“Sîyaseta wan ya sînorkirina budceyên Ewrupa û vekirina tixuban zararên mezin dan. Di encama wan polîtîkayên çend salên dawî deynên Îtalya zêde kirin û gelê Îtalî jî xizantir bû."