Li Gundê Salhîyê li Girêsipî Xwepêşandana Dijî Artêşa Tirkîyê

Rûniştvanên gundê Salihîyê ya ser bi Girêsipî, di xwepêşandanekê de avakirina navendeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li dibîstana gund sekinandin û nehiştin leşkerên Tirk derbazî dibîstanê bibin.

Şênîya gund got ku dibîstan tenê jibo perwerdeya zarokên wan e û ew ti car nahêlin ku ev cîhê xwendinê bibe cîhê çekan.

Jêderên xwecîhî îdia dikin ku ji destpêka kontrolkirina bajarê Girêsipî vir ve artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê mal û milkên rûniştvanan talan kirin û jibo xwe kirin xal û navendên leşkerî.

Heman jêderan bal dikşînin ku bilî talankirin û dizîna berhemên çandinîya rûniştvanên herêmê, gelek Kurd ji warên xwe hatin koçber kirin.

Çalakvanên xwecîhî îdia dikin ku rewşa Girêsipî roj bi roj xirabtir dibe û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin û xencî nebûna derfetên kar û rewşa xirab ya aborîyê, revandin û talankirin ji alîyê grubên çekdar ve didomin.

Your browser doesn’t support HTML5

MB_9_9_2020 Salihîyê_Girêsipî