Li bajarokê Şifaynfort li Almaniya , pêşangeha peykersazê kurd Salih Nemir vebû.
Salih Nemir ji kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, xwendina hunera bedew li Dîmeşqê xwendiye , û li wir bi salan karê hunerî kiriye. Her wiha jî bi salan mamoste bû li navenda hunera bedew li Dîmeşqê.
Ji ber şerênavxweyî li Sûriye, tevî malbata xwe koçberî Almaniya bû û li wir bicî bûye.
Bi keda xwe, dixwaze ku hunera xwe pêşkêşî xelkên biyanî bike û çîrokên welat û hestên xwe bi wan re parveke.
Your browser doesn’t support HTML5