Îran Cezayê Zîndanê Dide Parêzerê Malbata Jîna Emînî

Dadgeha Înqilaba Îslamî ya Tehranê cezayê salek zîndanê da Salih Nîkbext, parêzerê navdarê Kurd yê malbata Jîna Emînî, piştî ku bi tawana "propagandaya dijî hikûmetê" hat tawanbar kirin.

Li gor rêxistinên mafên mirovan, îro Sêşemê 17ê Cotmehê darzinadin li şaxê 28 yê Dadgeha Înqilaba Îslamî ya Tehranê pê hat û biryara zîndankirina Nîkbext derket.

"Dadgeh bê ku parastina min û Nikbext di ber çavan re derbaz bike, ev cezayê herî zêde yê ji bo dosyayên wiha biryar da," Alî Rezayî parêzerê Nîkbext di daxuyaniyekê de got.

Bangkirina Salih Nikbext ji alîyê dadgehên Tehranê ve tam şeş mehan piştî mirina Jîna Emînî pêk hatibû.

Li ser daxwaza Îtalatê, ku Nîkbextî propagenda dijî hikûmetê dike, di 3ê meha Adara borî de gilîname hatibû vekirin.

Berî niha Nîkbext dabû zanîn ku di dosya wî de sûcên weke jibo kanalên medyayî axiftîye hene, di nav wan de dîdarên ligel Dengê Amerîka.

Sazîya dadwerîya Îranê, Di meha Adarê de li ser daxwaza Wezareta Îstixbaratê Salih Nîkbextî bi "propagandaya dijî hikûmetê" tawanbar kiribû.

Li gorî Nîxbexht, neh ji hevpeyivînên ku wî di çar salên borî de pêk anîne, di doza wî de li dijî wî hatine karanîn.

Nîkbext got ku daxwaza wî ew bû komîteke pizîşkên pêbawer, lêkolînê derbarê sedemên mirina dosyeya Jîna Emînî de bikin, lê ev daxwaz li dij wî bûye sûc.

Jîna Emînî, keçeke ciwan ji Seqizê bû, ku tevî malbata xwe ji bo serdanekê çûbû Tehranê, di 13 êlona sala borî de ji alyê polîsên ehlaqî yên Îranê ve bi tawana binpêkirina hîcabê hatibû desteser kirin û roja 16ê heman mehê mirina wê hatibû piştrast kirin.

Li gor Rêxsitnên Mafên mirov, Nîkbext 8 salan li Îranê li zîndanê maye û weke parêzvanekê navdar yê li dij sizayên sêdaredanê tê nasîn.