Sala Nû ya Xwendinê  li Tirkîyê Careke Din Bê Kurdî Destpê Dike

Sala perwerdeya 2024-2025, iro 9 Îlonê li tevahîya Tirkîyê destpê kir. Lê Kurd wek hemû salên berê ev sal jî nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin.

Li gor daneyên Wezareta Perwerde ya Tirkîyê û bajarên Kurdan bi tevahî nêzikî 20 mîlyon xwendekar û 1 mîlyon 200 hezar jî mamoste hene.

Li gor pêzanînên wezaretê bi tevahî 67 hezar û 124 dibistanan hene. Di nav wan de herî zedê dibistan li Stenbol (7.401), Enqere (3.518) û Îzmîr (2.673), herî kêm dibistan jî li herêma Kurdan bajarê Dersimê (89) ye.

Li Tirkîyê di dibistanan de perwerde bi tevahî Tirkî tê kirin, lê li hin dibistanan de li gel Tirkî Îngilîzî, Fransî, Almanî an jî ligel zimanên din perwerde tê dîtin. Lê di ti dibistanî de perwerdeya Kurdî tuneye.

Di sala 2012’an vir ve tenê li dibistanên navendî dersên bijartî yên Kurdî hene, lê jiber hin sedeman pir malbat wan dersan nabijêrin.

Li tevahîya Tirkîyê de 208 zanîngeh hene bes di nav zankoyekê de tenê beşeke Kurdî cî digire.

Nifûsa Tirkîyê 85 mîlyon e. Li Tirkîyê di derheqê hejmarê Kurdan de daneyekî resmî tunene, li gor daneyên ne resmî hejmarê Kurdan di navbera 30-40 mîlyonan tê dîyar kirin. Di dibistanên seretayî, navendî, lîse û zanîngehan de jî ti kes bi Kurdî perwerde nabin.

Serokê Hereketa Zimanê Kurdî (Hez Kurd) Suphî Ozgen dibêje ku dewleta Tirk di serî de heta niha li hemberî Kurdan bi şiklekî înkar derketîye pêş.

"Lê dewletê di sala 2012’an vir de dersa bijarte xiste dibistanên navendî. Raste vîya ti gav têr nake, lê malbatên Kurd pêdivîye ku jibo zarokên xwe serlêdana dersa bijarte bikin. Di vê derê de em Kurd jî lawaz dimînin. Li hemberî dewletê heke di warê hiqûqî de em bi daxwazname û hin xwestekê din derkevin pêş wê gavê dikarin ku dewletê rakêşin ser daxwazên xwe.”

Hevberdevkên Komîsyona Zarokan ya DEM Partî Sevtap Akdag Karahali û Îhsan Seylan li Navenda Giştî ya DEM Partî li hemberî dibistanên bê Kurdî bertêk nîşan dan.

Sevtap Akdag Karahali got:

“Bi mîlyonan zarok dê vê sala xwendinê bêyî ku nikaribin zimanê xwe yê zikmaki bi kar bînin dest pê dike. Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ku yek ji mafên herî bingehîn ên mirov e, bi peymanên navneteweyî hatîye misoger kirin. Lê li Tirkîyeyê ev mafê ha, gelê Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Çerkez û Laz nikarin ku bi kar bînin.”

Li Tirkîyê pirsgirêka aborîyê xwe li ser perwerdeyê jî bi bandor nîşan dide. Li gor hin statîstîkan mesrefên perwerdeyê li gor sala borî ji sedî 104.80 zêde bûye.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Kemal Irmak, li ber vebûna dibistanan pirsgirêkên heyî ji Dengê Amerîka re wiha nîrxand.

“Dema ku em dikevin sala xwendinê ya 2024-2025 xwendekar û dê û bav bi lêçûnên dibistanê re rû bi rû dimînin. Dê û bav neçarin ku xercên cûrbecûr xerc bikin; wekî çente û pirtûkên xwendekaran, cil û bergê dibistanê, servîsa jibo zarokan, xwarin û her wekî din lêçûn. Malbat êdî nikarin ku vana bikirin û ev yek jî li ser zarokan bandorên gelek xirab vedide.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_09_09_2024_Perwerdeya_Kurdi_Tr