Xelata Sakharov ya Jîna Emînî û Tevgera 'Jin, Jîyan, Azadî' Îro Hat Pêşkêş Kirin

France EU Sakharov Prize

Parlemantoya Ewrupa îro Sêşemê wan Xelata Azadîyê Ramanê ya Sakharov ya 2023'yân daye jina ciwan ya Kurd Jîna (Mahsa) Emînî û tevgera 'Jin, Jîyan, Azadî'.

Jîna Emînî ya 22 salî, di 16’ê Îlona 202’an de, di destê polîsan exlaqî yên Îranê de jîyana xwe ji dest da, piştî ku ew jiber binpekirina qanûna kincên Îslamî hatibû girtin.

Xelata Sakharov ya ku xelata herî payebilind ya mafên mirovan Yekîtîya Ewrupa (YE) ye îro bi merasîmeke li parlamentoya bajarê Strasbourgê li Fransayê hat eşkerin.

Jiber ku Îranê dest daye pasaportên dayik, bav û birayê Jîna û nehişt ku ew biçin Strasbourgê, ew bo wergirtina Xelata Saxarov li merasîma Xelata Sakharov tunebûn.

Di peyamake ku parêzerê malbatê xwend de, dayika Jîna Mujgan Êftixarî ragihand ku Îranê bi binpêkirina hemû pîvanên qanûnî û mirovahî asteng kirîye ew beşdarî merasîma îro bibin.

Êftixarî dîyar kir ku navê keça wê Jîna bûye kodeke veşartî ya azadîyê û belavbûna xewna azadîyê li ji cihê jidayikbûna wê Kurdistanê, li seranserî Îran, Rojhilata Navîn û cîhanê.

"Canê wê bi neheqî ji wê hate sitandin. Wan bawer dikir ku bi kuştina wê, ewê pêşîya hebûn û pêşveçûna wê bigirin,” Êftixarî got.

Astengkirina Îranê malbata Jîna bo beşdarbûna merasîma li Strasbourgê ji hêla Seroka Parlementoya Ewrupî Roberta Metsola ve bi tundî hat şermezar kirin.

Roberta Metsola dîyar kir ku astengkirina malbata Jîna nimûneyeke din e ku gelên Îranê her roj rûbirû dimînin.

"Di têkoşîna wan ya bo dadmendî, azadî û mafên mirovan de, wê nikaribin wêrekî û berxwedana jinên Îranê bidin sekinandin, dengê wan were qut kirin û tevî ku îro ew ne li vir in jî, hebûna wan wê were hest kirin," Metsola got.

Xelata Sakharov hevdem bo Tevgera 'Jin, Jîyan, Azadî', jinên ku dijî hikûmeta olî ya Îranê derdikevin naskirina herî dawî ya navneteweyî ye, piştî ku bizavkara girtî Nergîs Mihemedî di Cotmehê de Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirt.

Mirina Jîna bû sedem ku dijî desthilatdarîya olî li hindurê Îranê û li seranserî cîhanê xwepêşandanên mezin pêk werin û tevgerek cîhanî ya bi navê "Jin, Jîyan, Azadî" were nasîn.

Di xwepêşandanên bi pêşengîya jinan de, banga dawîkirina desthilatdarîya olî ya li Tehranê û fermana wê ya sergirtina jinan dihat kirin.

Hêzên ewlekarî yên Îranê xwepêşandanên navxweyî tepeser kirin, , bi sedan kuştin û bi dehan kesên din jî bi tawana beşdarbûna "serîrakirinan" hatin darve kirin.

Li ser navê Tevgera 'Jin, Jîyan, Azadî', du bizavkarên navdar yên li sirgûnê dijîn, Efsûn Necefî û Mercede Şahînkar, xelata Sakharov wergirtin.

Xwişka Necefî di xwepêşandanên piştî mirina Jîna li Îranê belav bû, jîyana xwe ji dest dabû. Şahînkar jî bi guleya hêzên Îranî ji çavê xwe birîndar bûbû.

Xelata Sakharov ya YE, ser navê rikeberê Sovyetê Andrey Sakharov, ji 1988’an vir ve tê dayîn.

YE bi armanca rêzgirtina mirov yan komên ku berevanî û tekoşîna mafên mirovan û azadîyên bingehîn dikin, vê xelatê pêşkêş dike û herwiha 50 hezar euro jî wek bi vê xelatê tê dayîn.

Jêder: AFP