Alîgirên Muqteda El-Sadr Êrîşê Parlementoya Îraqê Dikin

Alîgirên Muqteda El-Sadr di nava avahîya parlementoya Îraqê de, 30 Tîrmeh, 2022.

Bi hezaran alîgirên reberê Şîa Muqteda el-Sadr îro Şemîyê dîsa êrîşî parlementoya Îraqê kirin û ketin avahîya parlementoyê jibo protestokirina hewlên avakirina hikûmetê bi reberîya komên ku Îran piştgirîyê dikin.

Hêzên ewlekarî yên Îraqî gaza hesirê û bombeyên deng bikar anîn da ku xwepêşanderan paşve bikşînin .
Civîna parlementoyê ya çaverêkirî pêk nehat û parlementer nehatin salona civînê.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ferman da hêzên ewlehîyê ku xwepêşanderan biparêzin û ji wan jî xwest ku xwepêşandana xwe aştiyane pêk bînin.

Ev di vê hefteyeyê de cara duyê ye ku alîgirên el-Sadr êrîşê parlementoya Îraqê ya li Herema Kesk (Green Zone) ya ewle ku tê de û parlementoya Îraqê, avahîyên hikûmeta Îraqê û balyozxaneyên welatan hene.

Xwepêşendaran ragihandin ku ew bo piştgirîya banga el-Sadr daketine kolanan, ya ku wî xwesti bû avakirina hikûmeta nû were protesto kirin, ku hevbendîya Çarçoveya Hevrêzîyê pêşengîyê dike, hevbendîyeke partîyên Şîa ye ku Îran piştgirîyê dike.

Raad Thabet yê 41 salî anî ziman ku ew îro hatine da ku çîna siyasî ya gendel têk bibin û nehêlin ku ew rûniştina parlamentoyê dar bixin û rê nedin ku Çarçovê ku hikûmeteke ava bike.

“Me bersîva banga Sadr da. Emê herin Herema Kesk. Berdêl ferq nake,” Thabet got.

Partîya El-Sadr di Hezîranê de ji danûstandinên avakirina hikûmetê vekişîya û rê li ber rikberên xwe yên di hevpeymanîya Çarçoveya Hevrêzîyê vekir ku pêvajoyê pêşve bibin.


Sadr ji wê demê vir ve gefên tundkirina alozîyan dike, ger parlamento hewl bide hikûmeteke ku ew jê hez nake pesend bike û dibêje ku hikûmeta nû divê ji bandora bîyanî û gendelîya ku bi dehsalan e qê li Îraqî nerazî ne, bêpar be.

Îraq sedema xitimandinê bo heyameke rekorî bê serok û serokwezîr ma.

Piranîya desthilatdarîya Îraqê di destê Sadr de ye jiber ku tevgera wî di rêvebirina welat de beşdar e - dilsozên wî li seranserê wezaret û sazîyên dewletê de di postên bihêz de ne.

Îraqîyên ku ne pitvanîya Sedr û ne jî rikberên wî dikin dibêjin ku ew di navenda krîzeke sîyasî de mane.