Piştî Ragihandina Sadr ya Vekişîna ji Sîyasetê, Xwepêşandan li Îraqê Belav Dibin

Reberê Şîa ye Îraqe Muqteda El-Sadr îro Duşemê ragihand ku ev bi tevahî ji sîyasetê vedikişe û hemî sazîyen xwe digire.

Sadr biryara xwe ji ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand.

“Ez radigihînim ku ez bi tevahî ji pêyvajoya sîyasî ya Îraqê vedikişim. Hemû sazîyên Tevgera Sadr wê werin girtin. Ger ez dest ji pêvajoya sîyasî berdim jî ezê li Necefê bim.”

Wî di derbarê girtina sazîyên de hûrgilî neda, lê got ku sazîyên çandî û olî wê vekirî bimînin.

“Min biryar da ku ji xencî mezargeha pîroz, muzexaneya pîroz û Sazîya Mîratê ya malbata Sedr hemû sazîyan daxim.”

Reberê Şîa Sadr di peyama xwe de got wî ti car daxwaza rêbertîyê nekiriye

“Min ti rojekê ji rojan daxwaza pîrozbûnê û pêgeha zanayî û rêbertîyê nekiriye, lê tenê daxwaza bo başîyê û dûrketina ji xirabiyê dikim, çarenivîsa mijaran jî li cem Xwedê ye. Min tenê xwest ku tiştên çewt rast bikim, ku alîyên sîyasî yên Şîa sedema serekî bûn, jiber ku ew piranî ne. Min xwest wan nêzî gel bikim ku ew hest bi êşa gel bikin.”

Li alîyekê din, Salih Mihemed Îraqî ku wek wezîrê Sadr tê zanîn, hesabên xwe yên Twitter û Telegramê girtin.

Alîgirên Sadr, ku pirtit ji hefteyekê li Herema Kesk Bexda kon vekiribûn û çalakîya rûniştinê li dar dixistin, piştî ragihandina wî avêtin ser avahîyên serekî yên hikûmetê û li hundir xwepêşandan pêk anîn.

Piştî wan bûyeran, hikûmeta Îraqî li Bexdayê qedekxaya derketina kolanan ragihand û hatin û çûna welatîyan û otomobîlan hatin qedexe kirin.

Artêşa Îraqê demeke zûtir ya îro ji xwepêşanderan xwestibû ku demûdest ji Herema Kesk derkevin.