Îraqî Ser Kuştina Silêmanî Çi Dibêjin?

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî, kuştina Silêmanî û Muhendîs wek karekî dijminkarî bi nav kir.

“Ev karekî dijminkarî ye û li dijî desthilatîya Îraqê ye. Êrîşa Amerîkayê binpêkirina vê rêkeftinê ye ku rê bi hebûna hêzên Amerîka li Îraqê dide" Abdul Mehdî got.

Wî herwiha daxwaz kir ku parlamana Îraqê li ser vê mijarê bilez civîneke awarte li dar bixe.

Rêberê Şîa Muqteda Eê-Sadr jî daxuyanîyek nivîskî belav kir û bang li endamên Artêşa Medhî kir.

"Bi taybetî divê şervanên endamên Artêşa Mehdî jibo parastina Îraqê amade bin," Sadr got.

Artêşa Mehdî di salên 2000’an de li hember dagirkerîya Îraqê şer kir. Ev artêş piştî vekişandina hêzên Amerîka ji Îraqê di sala 2008’an de bê erk hatibû hîştin.