Li Îraqê Alîgirên Sadr ji Kolanan Vedikişin û Qedexeya Derketina Derve Radibe

Piştî şer û pevçûnên tund, alîgirên Sadr ji kolanan vedikişin, Herema Kesk ya li paytext Bexda, 30 Tebax,2022.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îraqê ragihand ku hêzên ewlekarî yên welêt îro Sêşemê qedexeya derketina derve li seranserî welêt rakir, piştî ku rêberê Şîa yê hêzdar Muqteda Sadr bang li alîgirên xwe kir ku ji kolanan vekişin.

Artêşa Îraqê do li seranserî welêt qedexeya derketina derve ya bêdem ragihandibû û ji xwepêşanderan xwestibû ku Herema Kesk biterikînin û dawî li xwepêşandanan bînin.

Demeke kin piştî axaftina Sadr, alîgirên wî xwepêşandanên xwe bi dawî kirin, dest bi derketina ji Herema Kesk kirin û vekişîna kolanan kirin.

Piştî ku Sadr vekişîna xwe ya ji sîyasetê dîyar kir alîgirên wî bi çekan daketin kolanan, gelek avahîyên hikûmeta Îraqê dagir kirin û dest bi xwepêşandan kirin, di serî de li paytext Bexda û li bajarên wek Basra, Necef yên din.

Tundîtûjiya kujer ya roja Duşemê di navbera alîgirên Sadr û alîgirên komên rikeber yên Şîa pêk hatin, ku Îran piştgirîya wan dike.

Li gor daxuyanîyên cuda, di pevçûnên dohî de herî kêm 25 kes hatine kuştin û nêzî 400 kesên din jî birîndar bûne.

Serokwezîrê demkî yê Îraqê Mistefa Kazimî jî got ku ji hêzên ewlekarî yan leşkerî, yan çekdaran re qedexe ye ku dijî xwepêşanderan guleyan bi kar bînin.

Piştî zêdebûna alozîyan û zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran Rêberê Tevgera Sadr, Muqteda Sadr îro li Necefê preskonferansek li dar xist.

Sadr bang li alîgirên xwe kir ku xwepêşandanên xwe bi dawî bikin, ji Herema Kesk ya Bexdayê derkevin û ji kolanan bi tevahî vekişin.

Wî bo vekişîna alîgirên xwe yek seat dem dîyar kir û gef xwar, ger daxwaza wî neyê pêkanîn ewê vekişîna xwe ya ji Tevgera Sadr ragihîne.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Îraqê ser alozîya kujer ya ku bi rengekî metirsîdar zêde dine hişyarî da û bang li hemû alîyan kir ku xwe ji kiryaran dûr bi sekinin, ku dikarin bibin sedema bûyerên bê konrtol yên bêrdewam.

Yekîtîya Ewrupa (YE), Amerîka, Fransa û dewletên Roajava jî ser rewşê xemgînî û fîkarên xwe dîyar kirin û banga dîyalog û aramîyê kirin.