Sadî Pîre: Berhem Salih Kandîdê YNK’ê ya Posta Serokomarîya Îraqê Ye

Berdevkê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ahmed Pîre îro Çarşemê ragihand ku Berhem Salih wê bibe berbijarê wan ya jibo posta serokomarîya Îraqê.

“YNK’ê biryar da ku Berhem Salih bibe kandîdê posta serokomarîyê. Di dengdana navxweyî de Salih ji Latif Reşîd û Mihemed Sabir li pêy xwe hiştin û 26 deng wergirtin. Ewê wek serokê Koalîsyona jibo Demokrasî û Dadwerî bimîne, lê careke din, wek cîgirê sekreterê giştî vegera nav YNK’ê,” Pîre got.

Your browser doesn’t support HTML5

Sadi_Pire_Berham_Salih