Endama Perlamanê Herîma Kurdistanê ya Tevgera Neweyî Niwê Şadî Newzad gote rojnamevana kû serokê tevgerê Şaswar Ebdulwahid û banda wî gefa belavekirina filîmên wê yên rût kiriye.
Ew digel çend endamên dî yên tevgerê piştrast dikin kû serokê tevgerê û kesên dorûberên wî kamera danîne jorên nivistina çend serkirde û endamên tevgerê û casûsî li ser wan kiriye.
Serkewt Şemsedîn, endamê parlamana Îraqê ji tevgera Neweyî Niwê got ku gefa weşandina vîdyoyan karvedana cûdahiyên siyasî ye çend serkirdeyan digel Serokê tevgerê.
"Serokê tevgerê û kesên dora wî xwe ji binema û armancên damezrandina tevgerê ladaye," Şemsedîn dibêje.
Your browser doesn’t support HTML5