Li herêmên Kurdan li Tirkîyê, rewşa ewlekarî û sîyasî di qonaxek xirab de derbas dibe.
Selma Irmak, endama parlemanê Tirkîyê ji partîya HDP'ê ji Dengê Amerîka re dibêje ku dewlet dixwaze hemû pirsgirêkan bi rîya şer çareser bike.
Irmak da zanîn ku li parlemanê zagon tê amade kirin ku destnedana parlemanterên HDPê were hilandin û bi rîya zagonê, Kurd li dervayê sîyasetê bê hêlan.
"Îro bîranîna Enfal e, li vir, li ser vê axê, li Kurdistana Bakur tê dubare kirin", Irmak dibêje.
Irmak rexne li partîya opozîsyona serekî, CHP dike ku destek dide polîtîkayên şerxwaz yên AKP'ê.
Kerem kin temamîya hevpeyvina ligel Xanim Irmak di vê fayla deng de ye.
Your browser doesn’t support HTML5