Berpirsê Derve yê Kantona Cizirê Gedo: Em Dixwazin Peywendîyên ligel Cîranan Baş Bin

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Salih Gedo, Berpirsê Komîsyona Derve yê Kantona Cizîre li ser xebatên dîplomatîk agahîyan dide.

Birêz Gedo dibêje, ew dê di rojên were de serdana welatên cîran yên wek Tirkîyê û Îraqê bikin ku peywendîya bi wan re xurtir bikin.


”Em taybetî dixwazin têkîlîyên xwe bi Tirkîyê re baştir bikin jiber ku em wan wek dosta xwe dibînin. Hebûna rêvebirîya me, di heman demê de, parastina sînorên Tirkîyê ye.”

Gedo dide zanîn ku şandeyeke wan dê here Herêma Kurdistana Îraqê ku danûstandinên ligel partîyên sîyasî û sazîyên sîvîl bike.

“Heta niha YNK, Goran, Yekgirtu û 10 parîyên din bi vekirî piştgrîya rêvebirîyên Rojava dikin. Em hêvî dikin ku PDK jî di demeke nêzîk de piştevanîya xwe jibo me ragihîne.”

Your browser doesn’t support HTML5

Salih_Gedo_2_5_2014_RR