Bergumanê Êrîşa Parîsê Abdeslam ji Hewila Kuştina li Brukselê Ceza Girt

Dadgeheke Belçîkî 20 sal cezayî zindanê li du êrîşvanan birî ku di êrîşa Adara 2016’an de, jiber hewila terorîstî ya kuştina polîsekî de, li Brukselê sûcdar hatibûn dîtin.

Di rûniştina îro ya dadgehê de ne Salah Abdeslam ne jî Sofien Ayari amade bû.

Abdeslam li girtîgeheke Fransî, girêdayî rola wî ya di êrîşa li Parîsê ya di Mijdara 2015’an de, li benda dadgehkirinê ye.

Dozger dibêjin ku Abdeslam teka kes e ku ji tîma xwekuj ya DAIŞ’ê zindî maye.

Tevî ku her du kes li dadgehê amade nebûn ku cezayên xwe hîn bin, tedbîrên ewlekarî li hindur û dervayê dadgeha Brukselê gelek xurt bûn.