Rûsya Endamên Koma Şahidên Yehowa Desteser Dike

Dîmeneke hêzên ewlehîyên Rûsî (Arşîv)

Karbidestên Rûsya îro Çarşemê ragihandin di operasyoneke de hejmarek endamên rexistina Şahidên Yehowa hatine desteser kirin û li 16 navnîşanên cûda li Moskowê yên lêgerîn hatine kirin.

Komîteya Lêpirsînê, ya ku ser tawanên mezin lêpirsînan rêve dibe dîyar kir ku ev kesenan bi sedema rêxistinkirin û beşdarîya çalakîyên komek olî ya qedexe bûne, hatine desteser kirin.

Komîteyê got ku tevî ku haya wan kesana ji qedexeya çalakîyên ser komê hebû, ew li malekî ya li bakurê Moskowê kom dibûn û xebatên fêrkirinên olî dikirin.

Dadgeha Bilind ya Rûsyayê di sala 2017'an de koma Şahidên Yehowa wek rêxistinek "tundrew" binav kir û biryara qedexekirina wê ragihand.

Hezên ewlehîya Rûsî, ji wê demê vir ve, bi sedan Şahidên Yehowa desteser kirin û bi dehan jî bi tawanbarîya tundrewîyê ceza kirin.

Nûnerê Komeleya Ewrupî ya Şahidên Yehowa Yaroslav Sivulsky ragihand ku desthilatdarîya Rûsya nêçîrîya bawermendên ola me didomîne.

Yaroslav Sivulsky dazanin ku serê sibeha Çarşemê herî kêm ser 15 malbatê Şahîdên Yehowa bi dengeke bilind yên derîyên xwe hişyar bûn û ew mirovên bêguneh, qanûnparêz piştre di televîzyonê de bi kelepçeyan hatine nîşandan.

"Em hêvî dikin ku qanûn û aqlê selîm ewê bi ser keve û zilma olî ya ser şopînerên ola me dê raweste," Sivulsky got.

Komîteya Lêpirsînê di daxuyanîya li ser malpera xwe de eşkere nekir ku bi tevahî çend kes hatine desteser kirin.