Bilind Kirina Cezayên Diravî li Dij Xwepêşanderên Alîgirên Navalny

Dîmeneke ji xwepêşandanên bo piştvanîya Navalny

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Çarşemê qanûna ku bo tawanên li kolanan cezayên diravî zêde dike, pejirand.

Qanûna nû, ya cezaya diravî ya bo neguhdarîya karbidestên ewlehîyê ji 1.000 rubleyan diguherîne û dike 4.000 ruble, û hevdem destûra desteserkirina heya 15 rojan dide.

Di qanûna guhertî de jibo damezrênerên xwepêşandanan yên ku rêziknameyên darayî binpê dikin cezayên diravî yên heya 20.000 rubleyan heye.

Ev quhertina qanûnê, piştî ku bi deh hezaran kes jibo piştvanîya rexnegirê Kremlîn, Aleksî Navalny yê girtî derketin kolanan û xwepêşandanên girseyî darxistin, pêk hat.

Li gor OVD-Info, komek çavdêrîya protestoyan dike, polîsên Rûsî îsal di xwepêşandanên li seranserê welat yên bo piştgirîya Navalny zêdetirî 11.000 kes desteser kirine.

Navalny, rexnegirê sîyasî yê herî navdar yê serokê Rûsya Vladimir Putin e. Aleksî Navalny yê 44 salî, piştî ku meha borî ji Almanya vegeriya Rûsyayê hate desteser kirin di 2'ê Sibatê bi sedema binpekirina serbestberdana wî ya berê bi sê sal û nîv yên zindankirinê hate ceza kirin.

Gelek welatên Rojavayî banga serbestberdana wî kiribûn û gotibûn ku ew dikarin bi sedema vê yekê li hemberî Rûsyayê toleyan ragihinîn.