Rûsya Îdia Dike ku Rojava Dijî Wê Operasyoneke Sîberî Pêk Tîne

Dîmeneke sembolîk ya bo erîşen onlaynî

Wezareta Derve ya Rûsya dibêje ku Amerîka û hevalbendên wê di erîşen onlaynî yên dijî pêzanîn û binesazîya Rûsya de cîh digirin.

Wezareta Rûsî îro Sêşemê di daxuyanîyekê îdia kir ku Amerîka û hevkarên wê dijî Rûsya operasyoneke mezin ya sîberî pêk tînin.

"Amerîka û endamên din yên NATO'yê hekirên Ukraynî perwerde kirine û Ukrayna jî hekirên navnetewî bi kar tîne," daxuyanîyê got.

Wezaretê îdia kir ku di nava êrîşan de dizîna pêzanînên kesane yên Rûsan, givaştina ser aborîyê û belavkirina agahîyên sexte ya leşkerîya Rûsî hene.

Rûsya destnîşan kir ew ewlehîya xwe ya sîber xurt dike û wê hewil bide ku wan hekiran derxîne pêş dadmendîyê.