Li herêmên Rêvebirîya Xweser li Sûrîyê bêtirî 150 hezar derbider li 16 kampan hene. Rêvebirîya Xweser dibêje ku jiber girtina dergehên sînorî rewşa mirovî ya derbideran pir xirab derbaz bû.
Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand ku jiber derfetên kêm rewşa mirovî li kampan ne baş e û hewcedarîya penaberan bi gelek pêdivîyan heye.
Hevserokê Desteya Karûbarên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ahmed ji Dengê Amerîka re got ku rewşa kampan di milê mirovî de, plansazîya sala 2022’yan, herwiha çavdêrîya karê rêxistinên mirovî û rewşa derîyê Til Koçerê hat nirxandin.
“Rêvebirîya Xweser giringîyeke mezin dide dabînkirina kêmatîyan û peydakirina pêdivîyên serekî yên rûniştvanên kampan ku ev yek ji pêşnîyarên pêşîn yên Rêvebirîya Xweser a sala 2022’yan."
Ahmed bi berdewamî got ku girtina derîyê Til Koçerê fişareke mezin li ser rewşa mirovî li Bakur û Rojhilata Sûrîyê kiriye, bi teybetî rewşa derbiderên li kampan dijwartir kir.
Bi alîyê din ve, Rêvebirîya Xweser, di çarçoveya derxistina malbatên Sûrî ji kampa Holê, di 13’ê mehê de 51 malbatên ji Minbicê ji wê kampê derxistin.
Hejayî gotinê ye ku Rêvebirîya Xweser ji bilî bi dehan kampên bêserûber yên li gundewarên Reqa, Dêrezor, Tebqa û Minbicê, bi giştî 16 kamp bi rê ve dibe pirtir ji 150 hezar kes li wan kampan dimînin.
Your browser doesn’t support HTML5