Rêvebirîya Xweser Dibêje Hilbijartinên Bajarvanîyan Gefê li Ser Ti Alîyan Nakin

Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku pêkanîna hilbijartinên bajarvanîyan li herêmê mijareke navxweyî ya Sûrîyê ye û têkilîya Tirkîyê bi wê tuneye.

Rêvebirîya Xweser herwiha got ku ev hilbijartin ti gefê li ewlekarîya Tirkîyê çênake.

Ev helwesta Rêvebirîya Xweser piştî kombûna Civata Ewlekarîya Netewî (MGK) ya Tirkîyê hat ku karbidestên Enqereyê di wê civînê de careke din gefa êrîşê li dijî herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê xwaribûn.

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman dibêje ku Tirkîyê tim dixwaze herêma bakurê Sûrîyê dagîr bike, herwiha gefên xwe didomîne ku Enqere vê carê jî pêkanîna hilbijartinan li herêmê ji xwe re dike metirsî.

Silêman di wê bawerîyê de ye ku dema Rêvebirîya Xweser gavan li ser erdê davêje, gefên Tirkîyê gurtir dibin.

“Tirkîyê rewabûna Rêvebirîya Xweser weke metirsî li ser xwe dibîne. Herwiha hilbijartin dihêlin ku desthilat û erkên navxwe pirtir bikevin destê şaredarîyan, loma rewabûna şaredarîyan hêza Rêvebirîya Xweser jî di nava gel de firehtir dike.”

Tê zanîn ku di 11'ê Hezîranê de hilbijartinên şaredarîyan li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê tên lidar xistin.

Li gor agahîyên ku Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan bi Dengê Amerîka re parve kirine, hemû amadekarîyên hilbijartinan temam bûne û ew niha jibo roja dengdayînê xebatên xwe didomînin.

Komîserîyê herwiha da zanîn ku 5,337 berbijêr hevrikîyê li ser postên hevserok û endamtîya meclîsên 134 şaredarîyan li 7 kantonên herêmê dikin.

Her di vê derbarê de hevparê desthilata Tirkîyê û serokê partîya MHPê Devlet Bahçelî êrîşî hilbijartinên şaredarîyan yên çaverêkirî li herêma Rêvebirîya Xweser kir.

Bahçelî, jibo pêkanîna operasyoneke hevbeş li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) daxwaza hevkarîyê ligel hikûmeta Sûrî kir ku rê nedin Rêvebirîya Xweser ku rêbazên demokratîk [hilbijartinan] jibo niximandina li ser desthilata xwe bi kar bîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmeta Sûrî ta niha ti helwesteke fermî li beramber hilbijartinên 11'ê Hezîranê, nîşan nedaye.

Şîrovekarê sîyasî Dr. Ferîd Sedûn bawer dike ku hikûmeta Sûrî van hilbijartinan weke fişar li ser xwe û hewleke cudabûnê dibîne, loma ewê ji hilbijartinan nerazî be.

Derbarê sedemên nêzîkbûna di navbera Rêvebirîya Xweser û hikûmeta Sûrî de yan alîkarîya Şamê ji Enqereyê re, Dr. Sedûn dibêje ku cudabîrî di navbera xwestekên Şam û Rêvebirîyê de heye.

“Loma nêzîkbûna di navbera her du alîyan de dûr e û ew negiheştine bendên hevbeş.

“Lê ez bawer nakim ku Şam jibo êrîşekê li dijî herêmê alîkarîyê bide Tirkîyê jiber ku ewê xirabîyeke mezin çêke. Herwiha, Şam hîn dibîne ku serwerîyeke wê li herêma Rojava heye”, Dr. Sedûn got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlum Ebdî çend roj berê gotibû ku ew, Tirkîye jî di nav de, bi kêmkirina gurbûna bi hemû alîyan re ne.

Wî gotibû ku bê naskirina sazîyên rêvebirîn û leşkerî yên gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê ti çareserî nepêkan e.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_05_30_2024_Hilbijartin_Tr