Rûsya Bernivîsa NY ku Îranê Rexne Dike, Veto Kir

Rûsya bernivîsa Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ya ku Îranê bi şikandina ambargoya çekan ya dijî Yemenê rexne dike, veto kir.

Di bernivîsê de, Îran bi sedema ku rê li ber biçekkirina Husîyên Şîa nagire dihat tawanbar kirin.

Di serî de Amerîka, hin welatên rojavayî yên CENY’ê, Îranê bi piştgirîya Husîyên serhilda tawanbar dikin.

Amerîka çend meh in bo Neteweyên Yekbûyî (NY) Îranê ser Yemenê şermezar bike xebatên lobîyê dimeşandin.

Pisporên siyasetê, vetoya Rûsya wek darbeyeke dijî hewildanên Amerîka dibînin.

Bernivîs ji alîyêe Brîtanya ve, bi şêwirmendîya Amerîka û Fransa hatibû amade kirin.

Îran îdiayên ser biçekkirina serhildayên Yemenê red dike.