Rûsya Hêzên Xwe ji Mariupol Ber bi Rojhilata Ukrayna Vediguhezîne

Dîmeneke hêzên leşkerî yên Rûsî li Mariupol, Ukrayna, Nîsan 2022

Serfermandarîya Giştî ya hêzên çekdar yên Ukrayna îro Duşemê ragihand ku çend tabûrên Rûsî ji Mariupolê ber bi bajarê Popasna yê li herêma Luhanskê ya rojhilat ve hatine şandin.

Serfermandarîya Ukraynrî got ku hêzên Rûsî bi armanca ku tevlî êrîşa ser rojhilata Ukrayna bibin, têne veguhestin.

Popasna yek ji navendên şer ya li rojhilat bû jiber ku artêşa Rûsî hewil da ku berevanîya Ukrayna li wir bişkîne, da ku hêzên Ukraynî yên li rojhilat dorpêç bike.

Serfermandarîya Ukraynî herwiha da zanîn ku, Rûs hewl didin ku êrîşên xwe yên Izyum ber bi bajarên Slovyansk û Barvinkove berfireh bikin.

Pispor dibêjin ku veguhestina hêzên Rûsî ji Mariupolê ber bi enîya şer ya rojhilata Ukrayna nîşan dide ku wan nikarîbûne li wir bi serkevin.

Artêşa Rûsî hîn jî hewl dide ku xala dawî ya berxwedana Ukrayna ya mayî, li kargeha Azovstal ya li Mariupolê têk bibe.