Êrîşên Rûsî yên Dijî Ukrayna di Roja Pêncan de Didomin

Dîmeneke ji şerê di navbera hêzên Rûsî û yên Ukraynî li kolanên bajarê Kharkiv Ukrayna27 Sibat, 2022

Êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê îro Duşemê di roja pêncan de, bi şer û pevçûnan berdewam dikin.

Pevçûnên di navbera hêzên Rûsî û yên Ukraynî li kolanên bajarê duyê yê herî mezin yê welêt Kharkiv didomin û hevdem hêzên Rûsî nêzî paytext Kîevê dibin.

Karbidestên Ukraynî ragihand ku îro berî danê sibê li paytexta Kîev û bajarê Kharkivê yê li rojhilata welêt dengê peqînan hatin bihîstin.

Wan herwiha da zanîn ku lê hewildanên hêzên bejayî yên Rûsî jibo girtina navendên mezin yên Kharkivê, hatine têk birin.

Ji alîyê din ve, welatîyên Ukraynî bi girseyî bi rengekî dilxwaz beşdarî berevanîya welatê xwe dibin; çekên ku ji hêla karbidestan ve hatine belav kirin digirin û bombeyên agir amade dikin.

Hevdem, karbidestan ragihand ku Ukrayna girtîyên bi tecrûbeya ku dixwazin bo welêt şer bikin, azad dike.

Ajansa Interfax îro ragihand ku hêzên Rûsî du bajarên piçûk yên li başûrê rojhilata Ukraynayê û derdora santrala navokî girtine, lê li heremên din rastî berxwedaneke xurt hatine.

Interfaxê ji zarê wezareta berevanîya Rûsyayê got ku hêzên wê bajarê Berdyansk û Enerhodar li herêma Zaporizhzhya li başûrê rojhilata Ukraynayê û herwiha derdora santrala navokî ya Zaporizhzhya kontrol kirine.

Lê, ajansê da zanîn Ukraynayê red kiriye ku santrala navokî ketiye destê Rûsyayê.

Pavlo Kyrylenko, serokê rêvebirîya herêmî ya Donetsk , îro di televîzyonê de da zanîn ku tevahîya şevê li derdora bajarê bendera Ukraynayê Mariupolê, şer berdewam kiriye.

Karbidestekî payebilind yê berevanî yê Amerîkî ji Reuters re got ku Rûsyayê ji roja Pêncşemê vir ve zêdetirî 350 mûşek avêtine armancên Ukrayî ku hin ji wan binesazîya sivîlan hilweşandîne.

Karbidestên Pentagonê jî dîyar kir ku leşkerên Rûsî jiber berxwedana Ukrayî kêmbûna sotemenîyê û pirsgirêkên din yên lojîstîkî û herwiha jiber sîstemên berevanîya esmanî ya Ukraynî hatine hêdî kirin.