Cîgirê wezîrê berevanîyê yê Rûsya Alexander Fomin îro Sêşemê dîyar kir ku artêşa Rûsî çalakîyên xwe yên leşkerî li derdora paytexta Ukrayna Kîevê û bajarê Chernihiv ya li bakurê welêt, "bi awayekî bingehîn rawestîne.
Alexander Fomin piştî danûstandinên di navbera şandeyên Rûsya û Ukrayna li Stenbolê ev daxuyanîya da.
Fomin dîyar kir ku Rûsya vê gavê bi armanca xurtkirina pêbawerîya dualî diavêje.
"Bi armanca xurtkirina pêbawerîya dualî û afirandina şertûmercên danûstandinên pêşdetir û bo îmzakirina peymaneke biryar hat girtin ku bi awayekî radîkal, bi rêjeyek mezin, çalakîyên leşkerî yên ser rêyên Kîev û Chernihiv werin sekinandin," Fomin got.
Serfermandarîya giştî ya artêşa Ukrayna jî iro ragihand ku wan li derdora Kîev û Chernihiv vekişîna hêzên Rûsî tespît kirine.