Berdevikê wezareta derve yê Rûsya Alexey Zaitsev îro Înê dîyar kir ku artêşa Rûsî wê li Ukrayna çekên navokî bi kar neyîne.
Zaitsev ji rojnamevanan got ku li Ukrayna wê karanîna çekên navokî ji alîyê Rûsya vê pêk neyê.
Karanîna çekên navokî metirsîyeke bû ku karbidestên Rojavayî b rengekî eşkere ser gotûbêj dikirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku berpirsê CIA William Burns di 14'ê Nîsanê de gotibû ku jiber hindahîyên ku Rûsya li Ukrayna rûbirû maye, hê jî xeterî heye ku arteşa Rûsî çekên navokî bi kar bîne.
"Kes ji me nikare çaverê bike ku em metirsîya karanîna çekên navokî yên taktîkî yan jî yên di asteke nizim de sivik bigirin,"Burns gotibû.