Rûsya Dibêje Wê Droneke Ukrayna ya li Dora Zaporizhzhia Xistiye

Russia Ukraine Nuclear Plant Fears

Rûsya ragihand ku wê droneke Ukraynî ya plan dikiriye êrîş bibe ser navenda navokî ya Zaporizhzhia xistiye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku drona Ukraynî ya li dora Zaporizhzha do Yekşemê hatiye xistin.

Li gor daxuyanîya wezaretê, ti zarara mezin çênebûye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku wê nekarîyê wê agahîyê bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Moskow û Kîev di rojên dawî de hevdu bi êrîşên li dora Zaporizhzhia tawanbar dikin û her du alî jî îdiayên ser tawanbakirinan red dikin.

Navenda navokî ya Zaporizhzhia, ku li Ewrupa navenda navokî ya herî mezin e, di meha Adarê de ketibû destê hêzên Rûs.

Netweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê hin karbidestên xwe Zaporizhzhia ku ew li dora wê lêpirsînê bikin.