Di Êrîşa Mûşekî ya Rûsî de 19 Kes li Odesa ya Ukrayna Hatine Kuştin

Piştî êrîşa Mûşekî ya Rûsî dîmenek ji qada bûyerê ya li bajarokê Bilhorod-Dnistrovskyi ya herema Odesa, Ukrayna, 1 Hezîran,2022

Karbidestên Ukraynî îro Înê ragihand ku hêzên Rûsî bi mûşekan êrîşî avahîyeke sîvîlan û havingehe li Odesa kirine û di encamê de herî kêm 19 kes hatine kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Wezareta Rewşa Awarte ya Ukrayna dîyar kir ku mûşekek li avahîyeke neh qatî ya li gundê Serhiivka ya girêdayê bajarokê Bilhorod-Dnistrovskyi ket û alîyekî avahîyê bi temamî wêran bû.

Berdevikê rêvebirîya herêmî ya Odesa Serhiy Bratchuk got ku herî kêm 16 kesên li nava avahîya li gundê Serhiivka hatine kuştin.

Serhiy Bratchuk herwiha got ku mûşekek din li navendeke havîngehekê ket û tevî zarokekî herî kêm 3 kes hatine kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.

Bratchuk ragihand ku li heremê xebatên rizgarkirinê didomin.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov armanckirina sivîlan red kir.

"Ez dixwazim peyîvên Serok Putin bi bîra wê bixim ku gotibû Hêzên Çekdar yên Rûsî bi armancên sivîl re kar nakin," Peskov ji rojnamevanan re got.

Hejayî gotinê ye ji destpêka dagirkirina Ukyna ya ji hêla Rûsya ya di 24'ê Sibatê vir ve bi hezaran sîvîl hatine kuştin.

Rûsya vê dagirkeriyê wek operasyoneke taybet ya leşkerî bi nav dike, lê Ukrayna û welatên Rojava wek şerekî nerewa yê dagirkerîyê dibînin.