Rûsya Dibêje Wê Bersîva Zêdekirina Hêzên NATO yên li Polonya Bide

Avahîya Wezareta Derve ya Rûsya

Wezareta Derve ya Rûsya îro roja Şemîyê ragihand ku bersîva Moskowê ser komkirna hêzên NATO'yê li Polonya wê bi rêje be.

Aajansa nûçeyan ya Interfax ya Rûsî ev agahî ji zarê Oleg Tyapkin, berpirsê beşa têkiliyên Rusî bi Ewrupa re ya wezareta derve ya Rûsya ragihand.


"Bersîv mîna her her carî wê bi pîvan û bi rêje be, ya ku wê bêbandorkirina metirsîyên pêkan yên li ser ewlehîya Federasyona Rûsya armanc bike," Interfaxê ji zarê Oleg Tyapkin ragihand.