Di Êrîşa Rûsî Ser Mykolaivê ya Ukrayna de Herî Kêm 3 Kes Hatine Kuştin

Karbidestên Ukraynî îro Çarşemê ragihand ku hêzên Rûsî bi mûşekan êrîş bir ser avahîyeke sivîlan ya bajarê Mykolaiv li başûrê welêt.

Karbifestan ragihand ku di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Bajarvanê Mykolaiv Oleksandr Senkevych ragihand ku heşt mûşek li bajêr ketine û ji welatîyan xwest ku heremê biterikînin.

Oleksandr Senkevych da zanîn ku di êrîşa ser avahîya sivîlan de hêzên Rûsî mûşeka X-55 bi kar anîye.

Wî herwiha got ku xebatên rizgarkirina welatîyan berdewam dikin.