Rûsya Malperên Dezgehên Medyaya Rojavayî Qedexe Dike

DW VOA euronews logo kolaj

Ajansa Çavdêrîya Peywendîyên Ragehandinê ya Rûsya îro Înê dîyar kir ku wê hejmareke dezgehên ragihandinê yên wek Dengê Amerîka (VOA), BBC, Radyoya Ewrupa Azad, Radio Liberty, Deutsche Walle û dezgehên din yên medyayê bigire; jiber ku bi gotina Moscowê ew "agahîyên sexte" di weşînin.

Rayedarên Rûsî ew dezgehên ragihandinê yên Rojava sûcdar dikin ku ew li ser êrîşên Rûsya yên dijî Ukraynayê weşana agahîyên şaş dikin.
Moscow êrîşan wek "operasyona leşkerî ya taybet" bi nav dike.

Ajansa Reutersê ragihand ku îro malperên beşê Rûsî yê BBC û Dengê Amerîka VOA hatine daxistin.

Lê, malpera Îngilîzî ya Dengê Amerîka hîn vekirî ye û herwiha ya BBC hatiye asteng kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandina Rojava wek “împaratorîya derewan” binav dike.