Rûsya Bang li Leşkerên li Mariupolê Dike ku Çekên Xwe Berdin

Rûsya îro Sêşemê bang li çekdar û leşkerên Ukraynî yên li tesîsa metalurjî ya Azovstal ya Mariupolê kir ku çekên xwe berdin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku hêzên Rûsya ji çekdar û leşkerên li tesîse re gotine ‘’Ger hûn dixwazin bijîn divê hûn îro heta nîvro çekên xwe deynin û xwe radest bikin.’’

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve li Mariupolê pevçûnên giran çêdibin.

Karbidestên Ukraynî dibêjin li binê tesîsê bi kêmî ve 1000 sîvîl hene ku ew bo xwe ji pevçûnan biparêzin ketine wir.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî bo tesîsê dîyar kir ku ew garantîyê dide ku çi kesê çekan deyne ewê sax bimîne.

Hêzên bi piştgirîya Rûsya jî îro Sêşemê serê sibê dîyar kiribûn ku wan tesîs dorpêç kiriye û dabûn zanîn ku ewê di demeke nêz de kontrola wir bi dest xwe xin.