Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya weşana radyoya Ekho Moskvy (Dengvedana Moskowê), ku bi awayekî lîberal weşan dikir, rawestand.
Reutersê ew agahî ji zarê edîtorê Ekho Moskvy, Alexei Venediktov ragihand.
Ekho Moskvy ji kêm weşanên lîberal yên li Rûsya bû ku Kremlînê heta niha destûr dabû.
Serdozgerîyê jiber nûçeyên Ekho Moskvy û TV Rain yên ser şerê Rûsya û Ukrayna xwest ku ew werin sînordar kirin.
Li gor serdozgerîyê, Ekho Moskvy û TV Rain ser ‘’operasyona taybet ya Rûsya ya dijî Ukrayna’’ bi awayekî sîstematîk û bi qest agahîyên şaş belav kirine.
Rûsya peyva ‘’dagirkirinê’’ red dike û dibêje ku kiryarên wê dijî Ukrayna ‘’operasyoneke taybet’’ in, lê Kîev û welatên rojava tevgerên Rûsya wek ‘’dagirkirin’’ dibînin.
Venediktov, ku li Rûsya rojnamevanekî navdar e, ji Telegramê da zanîn ku weşana Ekho Moskvy hatiye rawestandin.
Ekho Mosky da zanîn ku ew tawanbarkirin bêbingeh in û dîyar kir ku ewê têkoşîna xwe li dadgehê bidomîne.