Rûsya Dibêje Zaporizhzhia di Bin Kontrola Wê de Ye

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku navenda navokî ya Zaporizhzhia di bin kontrola wan de ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov dîyar kir ku hebûna wan ya li Zaporizhzhia bo berevanîya wê garantîyek e.

Raybkov da zanîn ku ewê bi hebûna wan bûyereke wek ya Çernobîlê ya sala 1986an çênebe.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dixwazin qada li dora navenda navokî bê çek bimîne.

Wezareta Derve ya Rûsya ser wê pêşnîyaza NY’ê dabû zanîn ku bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Zaporizhizha, ku li Ewrupa navenda navokî ya herî mezin e, di meha Adarê de ketibû destê hêzên Rûs.

Rûsya û Ukrayna di demên dawî de hevdu bi êrîşên li ser Zaporizhzhia tawanbar dikin.