Rûsya Di Êrîşa Ser Depoya Çekan Ya Ukrayna De Mûşekên Hîpersonîk Bikar Anîye

Mûşeka Hîpersonîk Kinzhal ya Rûsî

Rûsya îro Şemiyê qebûl kir ku mûşekên pêşketî yên hîpersonîk bo cara yekê di şerê Ukrayna de bikar anîye, dema serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky banga danûstandinên aştiyê yên lezgîn dike.

Rûsya da zanîn ku wê mûşekên Hîpersonîk Kinzhal bikar anîye da ku depoyeke mezin ya çekan li herêma Ivano-Frankivsk ya lirojavayê Ukrayna têk bibe.

Ajansa nûçeyan ya Rûsî Interfax jî ragihand ku ji 24ê Sibatê vir ve, dema wan hêzên xwe şandine Ukrayna, ew cara yekê ye ku Rûsya sîstema Kinzhal ya hîpersonîk bikar tîne.

Peyvdarê Wezareta Berevaniyê Îgor Konaşenkov di civînekê de got ku di depoya jêrzemînê ya ku roja Înê ji hêla sîstema Kinzhal ve hatiye lêdan, mûşek û cebilxaneyên Ukraynayê hebûn.

Lê, Reuters nekarî bi awayekî serbixwe daxuyaniyên Konaşenkov piştrast bike.

Moskow herwiha ragihand ku leşkerên wê berevanîya Ukrayna şikandiye da ku derbazî bajarê Mariupolê bibin û cihên radyo û îstixbaratê yên li derveyî Odessa wêran kirine.

Karbidestên Ukrayna gotin ku wan "bi demkî" rêya giheştina Deryaya Azov winda kirine, her çend Rûsya bi hefteyan piştî ku derdora Mariupolê girtiye, xeta peravê bi bandor kontrol kiriye.