Rûsya Dibêje Hêzên Wê li Donbasê Çekên Ewrupî û Amerîkî Pûç Kirine

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku Rûsya li herêma Donbasê çekên Amerîka û Ewrupa dane Ukrayna pûç kirine.

Wezareta Berevanîyê ragihand ku hêzên Rûs bi muşekan jimareke çek û kelûpelên hêzên Ukrayna ruxandine.

Li gor daxuyanîya wezaretê, hin çekên hatine ruxandin ji Ewrupa û Amerîka ji Ukrayna re hatine şandin.

Rûsya di 24'ê Sibatê de dest bi şerê dijî Ukrayna kir ku Moskow wê yekê mîna operasyoneke taybet bi nav dike.

Lê, welatên Rojavayî tevgerên hêzên Rûs wek dagirkirinê dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.