Hêzên bi Piştgirîya Rûsya li Rojhilata Donetskê Pêşve Diçin

Wezareta Berevanî ya Brîtanya îro Înê ragihand ku hêzên bi piştgirîya Rûsya li Rojhilata Donetskê pêşve diçin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Brîtanya, hêzên bi piştgirîya Rûsya ber bi Bakhmutê ve diçin ku ji hêla stratejîk cîhekî girîng e.

Bakhmut li ser rêya sereke ye ku diçe Sloviansk û Kramatorskê.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya dîyar kir ku kompanîya leşkerî ya taybet Wagner Group dixwaze di şerê li hêla Bakhmutê de cîh bigire.

Îstixbarata Brîtanî dide zanîn ku çaverê ye hêzên bi piştgirîya Rûsya berê dakevên gundên li başûrê Bakhmutê.