Rûsya û Çîn bo Nîvgirava Kore Banga Aştîyê Dikin

Rûsya û Çînê ragihand ku dijî kiryarên navokî û muşekên balîstîk yên Koreya Bakur alîgirê çareserîyeke aştîyane .e

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku ti kes naxwaze li Nîvgirava Kore şerek biqewime û got ku ‘’Hêvî dikim ku Amerika bo çareserîyê helwesta leşkerî nafikire’’

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Hua Chunying jî bang li hemî dewletan kir ku bo daxistina girjîya li Nîvgirava Kore hewil bidin û avaker bin.

Çînê dîyar kir ku jiber toleyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dê rewşa asayî ya li Koreya Bakur neguhere.

Civata Ewlekarî ya NY’ê roja Înê dijî Koreya Bakur toleyên nû ragihandibû.

Li gor bernivîsê dê hemwelatîyên Koreya Bakur yên li welatên NY’ê dixebitin heta du sal vegerin welatên xwe û bi vî awayî NY dixwaze çavkanîyeke din ya dahatê ji ser hikûmeta Kim Jong Un bibire.

Li gor raporên Amerîka, li Çînê 80,000 û li Rûsya jî 30,000 hemwelatîyên Koreya Bakur dixebitin.