Ajansa nûçeyan ya Rûsî Interfax îro Înê ragihand ku dadgeheke Moskowê 12.8 mîlyon ruble (196,621 dolar) ceza li Radyo Ewrupa Azad/Radyo Azadî (RFE/RL) birîye.
Interfaxê got ku ceza bi sedema ku Radyo naveroka 'sexte' -ya ku Rûsya wiha bi nav dike- ya di derbarê operasyona wê ya li Ukrayna hatiye dayîn.
RFE/RL ji hêla Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (USAGM) ve tê birêvebirin.
Dengê Amerîka (VOA) jî beşeke USAGMê ye û û bingeha wê li Washingtonê ye.
Sazîya rêvebirandina ragihandinê ya Rûsya di destpêka Adarê de malperên Radyo Ewrupa Azad/Radyo Azadî (RFE/RL) û hin medyayên din yên bîyanî qedexe kiribû.