Rûsya Dijî Hin Kompanîyên Digîtal Pîvanên Tund yên Cezakirinê Radigihîne

Logoya kompanîya Twitch; platformek vîdyoya civakî û lîstikê ya Amazon e.

Sazîya revebirîna ragihandinê ya dewleta Rûsya, Roskomnadzor îro Înê ragihand ku ew dijî hin kompanîyên bîyanî yên digîtal pîvanên cezakirinê bigirê, ku di nav wan de TikTok, Telegram, Zoom , Discord û Pinterest hene.

Roskomnadzor ragihand ku van pîvanên cezakirinê wê bi kar bîne , jiber ku van kompanîyên digital, hin naverokên xwe yên ku Rûsya wekî neqanûnî destnîşan kiribû ranekirine.

Sazîyê bi berdewamî da zanîn ku wê ew pîvanên cezakirinê kêrhatî bin heya ku kompanîyên digital daxwazên Rûsya yên têkildar bi cîh bînin.
Lê, Roskomnadzor eşkere nekir ku wê çi pîvan û tedbîr werin girtin.


Rûsya bi dubarekî gelek caran kompnîyên biyanî yên digital tehdît dike û dibêje ku ewê malpêr û weşanên wan qedexe bike yan jî cezayên diravî û yên din bide wan ku nav de Google (GOOGL.O) jî heye.

Rûsya dibêje ku ew qanûnên nû yên ragihandinê yên welêt binpe dikin, qanûnên ku hin nûçe yan naverokan wek di derbarê artêşa Rûsya de belavkirina "agahiyên derewîn" rê li ber tawanbarkirinê ve dike.

Herî dawî, dadgehên Rûsî roja Sêşemê, li Twitch kompanîya weşana zindî ya Amerîkî 2 mîlyon ruble (33 hezar dolar) û li Telegram kompanîya peyamner 11 mîlyon ruble (179 hezar dolar) birîn.

Dadgehên Rûsî sedema van cezayan wek binpêkirinên qanûnên sansura leşkerî dîyar kirin.